“Li Swîsreyê dengdayîn li gorî tûra yekem zêdetir bû”

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê, dengdana li Swîsreyê şeva Çarşemê bi dawî bû.
Li gorî tûra destpêkê hejmara hilbijêrên dengê xwe dan bi rêjeya ji sedî 6’an zêde bû.

Li bajarên Zurîch, Bern û Cenevre yên Swîsreyê li 31 sindoqên hilbijartinê di nava 5 rojan de 66 hezar û 244 hilbijêran dengê xwe dan.

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Huseyîn Mamakli anî ziman ku li gorî hilbijartinên 14’ê Gulanê rêjeya tevlîbûnê ya ciwanan bilind bû û ev tişt anî ziman:

“Ciwan wê encamên vê hilbijartinê diyar bikin.

Min dît ku yên di tûra destpêkê de deng nedan, li dijî neheqiyê di vê tûrê de dengê xwe dan.

koordînasyona me ya hilbijartinê ya Partiyên Çepên Kesk û saziyên Elewiyan ên li Swîsreyê bi rêxistinî kar kirin.

Di demeke kurt de di asta rekorê de tevlîbûn li dengdanê çêbû ku ev yek jî nîşaneya têkçûna dîktatoriya yek şexsî ye.

Di tûra destpêkê de me nehişt bi ser bikeve, di vê tûrê de em ê pê bidin windakirin.”

Pervîn Bûldan: Wê ev coşa gel me ber bi serkeftinê ve bibe

Back to top button