Yusif Kara: Ji bo piştevaniyê çalakiyan xurt bikin

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara bang kir :
“Gelê Kurd, welatparêz û her kesê ku dilê wan ji bo Mexmûrê lê dide bila piştevaniyê xurtir bikin.”

Li ser vê mijarê û aloziyên heyî Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara axivî.

Yusif Kara diyar kir ku Tişta dixwazin ferz bikin, ne rewa û qanûnî ye.

Ev konsepteke, ev derdikeve pêş, pîlan û bernameyek bi dewleta Tirk re çêkiriye.

Dewleta Tirk jî vê vekirî dibêje, Mala Barzan vê dibêje, dewama 9’ê Cotmehê ye.

Kara destnîşan kir berxwedana hatî heta astekê pêşîgirtinek lê kiriye.

Helwesta wan weke berê nîne. Lê dîsa li ser ya xwe israr dikin.

Yusif Kara: NY bûye hevkarê mala Barzanî û Tirkiye

Neteweyên Yekbûyî ev demek bû ji wargeha mexmûrê qut bûbûn..

Ji bo vê Kara got:

“NY mîsyona xwe ya li ber me penaberan ti awayî pêk neanî.

Pêk anîn be jî dijminahî kir, şûna çareserî pêk bîne, di gelek alî de dijminî kir.

Ji bo kamp vala bibe çi bi desta bê di gelek astan de pêk anîn. ”

Kara tekez kir ku pêwîste gelê Kurd, ji bo Mexmûrê piştevaniyê xurtir bikin

Êrişa li dijî Mexmûrê li Almanya û Swîsreyê hate şermezarkirin

Back to top button