Êrişên Îsrailê li nava xaka Sûriyê berdewam dikin.
Careke din Israil gundewarê Şamê bembebaran kirin di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gundewarê Şamê xalên Îranê û ”Husbel Lah” yên di navbera Seyda Zeyneb û El-Dubeyba de bûn armanca mûşekên Îsrailê.
Li gor çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hinek kes jî hatine kuştin.
Her wiha di encama mûşeka ku li çerxeya El-Mezre’a de jinekê jiyana xwe ji dest da.
Di êrişa Israil ya Kefer Sûsê ya Şamê de jî 15 kes hatine kuştin.
SANA: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 sivîl birîndar bûne
Lê belê Ajansa Sana ya Sûriyê jî radighîne ku 5 kes hatine kuştin û 15 sivîl jî birîndar bûne.
2 Çileya îsal jî, Israil êrişî hin xalên leşkerî yên li balafirxaneya Şamê kirbû,
Di encama êrişê de, wê demê 7 kes hatibûn kuştin.