Konseya Rêveber a KNK’ê li ser koça dawî ya dîroknivîsê navdar Dr. Kemal Mezher daxuyaniyek da û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.
KNK’ê di peyama xwe de got:
Ji ber koça dawî ya Dr. Kemal Mezher em xembar bûn.
Dr. Mezher kesekî niştimanperwer, rewşenbîr, akademîsyen û dîroknivîsê berhemdar bû û wî xizmeteke mezin ji bo dîrok, ziman, rewşenbîrî û pirtûkxaneya Kurdî kiriye.
KNK’ê her wiha diyar kir, Dr. Kemal Mezher bi sedan xwendekarên Kurd û bi taybetî li Bexdayê di bin destê wî dem derçûne.
KNK’ê di dawiya peyama xwe de, sersaxî ji gelê Kurdistanê, xemxwarên dîroka Kurd û malbata Dr. Kemal Mezher re xwest.