Hikûmeta Iraqê 79 zarokên DAIŞ’iyan radestî Qerxîzstanê kirin

Hikûmeta Iraqî, 79 zarokên DAIŞ’iyan radestî welatê wan Qerxîzstanê kirin.

Wezareta Derva ya Iraqî bi daxuyaniyekê ragihand ku 79 zarokên çeteyên DAIŞ yên di encama rizgarkirina bajaran de hatibûn girtin, vegerandin Qerxîzstanê.

Li gorî Wezaretê, bav û dayîkên van zarokan Qerxêzî ne û bi erêkirina dayîkên xwe yên li Iraqê man, ev yek pêk hat.

Tê zanîn ku Qerxîzstanê, ji çaremîn rêzedewletên Asiyayê ye, ku piştî Kazexistan, Ozbakistan û Tacîkistanê, zarokên DAIŞiyan, werdigire.

Berî çend rojan jî, Wezareta Iraqî 112 zarokên DAIŞ’ê radestî Hikûmeta Azerî kiribûn.

Back to top button