Mûzaffer Ayata derbarê komploya navnetewî de axivî

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata dibêje armanca tecrîdê tesfiyekirina Tevgera Kurd û qirkirina gelê Kurd e.
Mûzaffer Ayata diyar kir ku berpirsyariya şikandina vê tecrîdê, li ser milê Kurdan e û got:
”Eger gelê Kurd berxwedana xwe di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de bimeşîne, wê komploya Îmraliyê pûç bike.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata derbarê komploya navneteweyî de ji ANF’ê re axivî.

Ayata dibêje tevî derasbûna 24 salan, hîn jî dek û dolabên li dora Îmraliyê û hewldanên tasfiyekirinê neqediyane.

Mûzaffer Ayata: Armanc qirkirina gelê Kurd e

Mûzaffer Ayata got: Di serî de dewleta Tirk a mêtinger, li herêmê sed sal in li ser Kurdan qirkirin heye.

Projeya asîmîlasyon, Tirkkirinê û qirkirinê ku bi sedan sal in dewam dike, gihîştiye asteke gelekî bilind.

Bi taybetî bi komploya navneteweyî re hêviyên dewleta Tirk a faşîst mezintir bûn.

Baweriya xwe bi wê yekê anî ku kare Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibe, biqedîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi vê baweriyê li hespê qirkirinê siwar bûye û dibeze.”

Mûzaffer Ayata: Nikarin rêbertî ji gel qut bikin

Mûzaffer Ayata balkişand ser bandora mezin a Rêber Apo li ser gerîla, partiyê û gel û ev tişt anî ziman:

”Rêbertî bandoreke mezin li ser hêza gerîla, partiyê û gel dike. Gel baweriya xwe bi Rêbertî tîne, pê piştrast e.

Ji bo wê rêveberên heyî yên dewleta Tirk hewl didin ku Îmraliyê ji gel qut bikin, mejiyê tevgerê ji bedenê qut bike.

Û bi vî rengî bedenê belav bike, parçe bike. Dixwazin qirkirinê temam bikin.

Li gel van hemûyan jî nekarîn Rêbertî ji partiyê, ji gel, ji gerîla qut bikin. Berevajî vê yekê dilsoziya pê re xurtir bû.”

Mûzafer Ayata: Bêdengî tê wateya hevkariyê

Mûzaffer Ayata anî ziman ku bêdengiya li hember kirinên ku têne kirin hevkarî ye û wiha dewam kir:

”Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) û Yekîtiya Ewropa (YE), hevparê van polîtîkayên tecrîdê ne.

Dibêjin, bêdengî tê wateya erêkirinê. Hiqûqa Ewropayê tê binpêkirin, guh nadin biryarên DMME’yê.

CPT bêdeng bûye, lê belê kes nabêje ‘Li Îmraliyê qanûn têne binpêkirin, nabe ku ev tecrîd bi vî rengî dewam bike’.

Yanî deng nîne. Ev tê çi wateyê? Tecrîda li Îmraliyê hatiye erêkirin, hatiye pejirandin.”

Ayata: Gelê Kurd bi şer gel ê şoreşgerî ve wê tecrîdê vala derbixîne

Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku berpirsyariya şikandina vê tecrîdê, bidawîkirina vê dorpêçê li ser milê Kurdan e û wiha bi dawî kir:

“Eger gelê Kurd bi gerîla, rewşenbîr, girseya xwe ya welatparêz, tevgerên jin û ciwanan û kedkaran bibe yek, hêzeke hevgirtî biafirîne, hêza xwe bike hêzeke hevpar, eniya demokratîk xurt bike û berxwedana xwe di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de bimeşîne, wê bendan hemûyan ji ber xwe rake, komploya Îmraliyê pûç bike û deriyên Îmraliyê veke. Ji bilî vê yekê çareseriyek nîne. Rêyeke hêsan nîne.”

Back to top button