YRA: Dewleta Tirk ji bo nixumandina sûcên xwe êrişî rojnamevanan dike

Yekitiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê binçavkirina rojnamevanan şermezarkir.

Daxuyanî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo hat dayîn û gelek rojnameger beşdar bûn.

YRA’yê girtina rojnamegeran şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo nixumandina sûcên xwe hewl dide rojnamegeran bê deng bike.

Em soz didin ku em ê bi pênûs û kamereyên xwe sûcên dagirkeriyê ji cîhanê re eşkere bikin.”

YRA’yê di dawiyê de bang li saziyên navnetewî yên peywendîdar kir ku ji bo berdana hemû rojnamevanan erka ku dikeve ser milê wan pêk bînin.

Back to top button