Dr. Şebnem Korur Fîncanci hate binçavkirin

Nerazîbûnên li dijî binçavkirina Seroka Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci zêde dibin. Desteya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Bijîşkan, Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirkiyê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ewê helwesta xwe ya dijî derketina çekên kîmyewî û şidetê bidomînin. Di daxuyaniyan de hat gotin axaftinên Şebnem Korur Fîncanci ne suc in.

Seroka Yekitiya Pijîşkan a Tirkiyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ragihandibû ku li gorî belgeyên hatine parvekirin, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar anîye.

Şebnem Fîncanci bang li rayedarên Tirk kiribû ku derbarê mijarê de lêkolîneke berfireh bidin destpêkirin.

Erdogan gef xwar û Şebnem Korur Fîncanci hate binçavkirin

Serokê AKP’ê Erdogan, li ser vê daxuyaniya Şebnem Fîncancî, ew hedef nîşan da û daxwaza girtina wê û saziyê kir..

Desteya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Bijîşkan a Tirkiyê (TTB) li ser vê gefa Erdogan daxuyaniyek da û got:

“Divê li gorî peymanên navdewletî ku me îmzekiriye tevbigerin.

Me ti kes û sazî, rêxistin nekiriye hedef, em li gorî pîvanên xwe tevdigerin.

Em ê helwesta xwe ya li dij derketina çekên kîmyewî û tundiyê bidomînin.”

Bi van gefên Erdogan re, derbarê Şebnem Fîncanci de bi îdaya propaganda rêxistinê kiriye; lêpirsîn hate vekirin û vê sibehê li Enqerê hat binçavkirin.

TTB: Axaftinên Şebnem Korur Fîncanci ne sûc in

Konseya Navendî ya TTB’ê diyar kir ku tu bingeheke hiqûqî ya binçavkirina Şebnem Korûr Fîncanci nîne û da zanîn ku axaftinên ku kirine ne sûc in.

Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) îro daxuyaniyek da û bertek nîşanî binçavkirina Seroka Konseyê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci da..

Di daxuyaniyê de binçavkirina Şebnem Fîncanci encama zextên li dijî TTB’ê û rêveberên wê hat ziman û hat gotin:

“Şebnem Korur Fîncanci ji ber nîqaşên bi bandor li raya giştî kirin hate binçavkirin.

Ne bingeheke hiqûqî ya van binçavkirinan ne jî ya lêpirsînê heye.

Li dijî pêkanînên desthilata zordar, em ê di parastina Şebnem Fîncanci de têkoşîna demokrasî, aştî, serxwebûna zanistan, azadiya ramanê ya zanyaran û tenduristiya gel ji nêz ve bidomînin.

Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye, rûmeta me ye!”

Back to top button