Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin

Roj bi Roj xebatên Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinên zêde dibin.
Li Bismilê Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir.
Namzetên Parlamenteriyê û jinên Wanê jî anîn ziman ku ew ê bi hevgirtina xwe bi ser bikevin û desthilatê têk bibin.
Her wiha bi nêzbûna 14’ê Gulanê re sextekariyên hikûmetê li Semsûrê derdikevin holê.

Xebatên Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê didomin.

Heta niha partiyê gelek buroyê xwe vekirine taybet ên jinan.

Partiya Çep a Kesk ya Amedê bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê li navçeya Bismilê jî buroya hilbijartinê ya jinan vekir.

Namzetên parlamenteriyê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn.

Di vekirina buroyê de gelek axavtin hatin kirin û hat gotin ku ew ê di hilbijartinan de bi hevgirtina xwe biserbikevin.

Piştî axaftinan namzetên wekîlan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” buro vekirin.

“Li Semsûrê sextekariya hilbijartinê ya hikûmetê derdikevin”

Bi nêzbûna 14’ê Gulanê re sextekariyên hikûmetê li Semsûrê derdikevin holê.

Erdeke çandiniyê ya vala li Kolika Semsûrê weke yek ji herêmên ku dengdêr lê qeydkirî ne hatiye destnîşankirin.

Hevseroka Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Zeynep Karadogan da zanîn ku îtiraza wan a ji bo vê yekê nehatiye qebûlkirin û got:

Em dibînin û şahid in ku ev rewş ji bo pêvajoya hilbijartinê tê bikaranîn.

Bi taybetî li navçeyan cihên vala tijî nîşan didin.

Dîsa ji derve gelek kes hatin vir.

Mal û zeviyên vala mîna navnîşanên dengdêran tên nîşandan.

Xetereya dengdana komî jî heye.

Gelê Semsûrê wê li ser sindoqan hesabê vê bipirse.

Em ê wê rojê herin ser sindoqan û tiştên ku hatine kirin tu carî ji bîr nekin.

Jinên Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilatdariyê têk bibin

Jinên Wanê jî diyar kirin ku sedema krîza aborî, siyasî û civakî ya li welat desthilatdariye û bi gotinên “Bila dengên xwe nedin faşîstan” bang kirin û wiha anîn ziman:

Em ê di 14’ê Gulanê de desthilatdariyê bişînin.

Divê kurd vê hilbijartinê qezenc bikin.

Tirkiye her diçe winda dike.Têk diçe.

Êdî bes e. Em ji vê zilmê xilas bibin.

Bila her kes destê xwe bide ser wijdana xwe û biçe ser sindoqan.

Back to top button