116 ROJ LEYLA GUVEN BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE

Roj bi roj berxwedana li dijî tecrîdê xurtir dibe.
Pêşenga grevên birçîbûnê Leyla Guven bi îradeyeke xurt çalakiya xwe di roja 116’an de didomîne.
Destekdayîn û piştgiriya bi çalakiyên grevê re jî her ku diçe xurtir dibe.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê, di roja 116’an a greva birçîbûnê ya Leyla Guven de dest bi greva birçîbûnê kirin.

116 roj in Hevseroka KCD û Parlamentera HDP li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan çalakiya xwe didomîne.

Her roja ku diçe tenduristiya Guven xerab dibe, lê ev yek nabe sedem ku çalakiya xwe biqedîne , berovajî wê , vîn û îradeya wê xurtir dike.

Leyla Guven dibêje heta ku daxwazên çalakiya min pêk neyên ez ê çalakiya xwe heta hetayê bidomînin.

Çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê yên girtiî jî dewam dikin.

Çalakiya koma despêkê ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 78’emîn de ye.

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehên herêmî û Tirkiyeyê, girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

HUNERMEND ÇAT Û ARZÛ LEYLA GUVEN ZIYARET KIRIN

Herî dawî Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû jî Leyla Guven li mala wê ziyaret kirin.

Di dema serdanê de Kadîr Çat s trana “Kemal Pîr Yoldaş” ji Leyla Guven re gotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev stran ya berxwedana rojiya mirinê ya li Zindanên Amedê bû.

GUVEN: 8’Ê ADARÊ WÊ BIBE ROJA MIZGÎNIYA AZADIYÊ

Leyla Guven a bûye sembola berxwedanê ji mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ya li Bakirko ya Stenbolê hat lidarxistin peyam şand û got:

“8’ê Adarê wê bibe roja mîzgîniya azadiyê.”

WEKÎLÊ HDP’Ê DAG Û 5 HDP’î KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê, di roja 116’an a greva birçîbûnê ya Leyla Guven de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya HDP’ê de wiha hat gotin:

Ji ber ku hikumeta AKP’ê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan gavan navêje û ji bo şermezarkirina xemsariya hikumetê ya li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê, Parlamenter Dersim Dag û 5 wekîlên din dest bi greva birçîbûnê kirin.

DIVÊ EM DAXWAZA LEYLA LI HER DERÎ BÎNIN ZIMAN

Li aliyê din serdanên partî, komele, sazî û dezgehên civaka sivîl û demokratîk ên ji bo Leyla Guven didome.

Jin û dayîkên ku dem bi dem çûn serdana Guven, ji bo ku Guven bijî û tecrîd were rakirin dest bi kompanyeya îmzeyan kirin û Înîsiyatîfa Deng Bidin Leylayê” avakirin.

Jinan bi slogana “Jinên piştgiriyê didin Leylayê û dibin dengê wê” hatin cem hev û diyar kirin ku ji bo Leyla bijî divê ew hîn bêtir bitêkoşin û gotin:

“Divê em daxwaza Leyla li her derî belav bikin.”

Leave a Reply

Back to top button