Balafireke nenas bajarê Babê yê dagirkirî bombebaran kir

Bajarê Babê yê di bin dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê de ji alî balafireke nenas ve hat bombekirin.

Çavkaniyan ji bajarê Babê ragihand balafireke nenas taxa Bû Xezal  bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê ziyanên mezin çêbûn.

Derbarê ziyanên canî ti agahî nehatiye diyarkirin.

Back to top button