Li Şirnexê polîsekî AKP’ê destdirêjî li zarokeke 13 salî kir

Şevê din li Şirnexê sûcekî din ji aliyê polîsên AKP’ê ve pêk hat, ku çawîşekî pispor ê AKP’ê destdirêjî li zarokeke 13 salî kir. Li dijî vê kirinê jî, şêniyên Şirnexê daketin qadan û bi tundî ev kiryar şermezar kirin.

Li Şirnexê, Çawîşê Pispor yê li 1’emîn Tûgaya Leşkerî erkdar bû, li dijî zaroka 13 salî destdirêjî pêk anî.

Piştî zarokê qîr kir, cîranan xwe gihand cihê bûyerê û zarok xelas kirin.

Li dijî kirina polîsê tecawizkar, gel daketin kolanan

Li dijî vê kirinê, yekser bertek ji aliyê şêniyên Şirnexê ve derketin, bi hêrs daketin kolanan û ev bûyer bi tundî şermezar kirin.

Siyasetmedarên jin: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin

Jinên siyasetmedar jî bertek nîşanî vê destdirêjiyê da û anîn ziman:

“Bûyera ku li Şirnexê qewimî, bûyerek ne ji rêzê ye.

“Em ê hesab bixwazin û bêdeng nemînin.”

Ev ne bûyera yekemîn e ku ji aliyê polîsên AKP’ê ve tê kirin.

Berî niha bi dehan car buyerên bi vî rengî pêk hatine, lê ji ber sûcdar nayên darizandin, her û her dubare dibin.

Back to top button