Sendîkaya Karkeran a Birîtanyayê: Êrişa Tirkiyê li dijî Kurdan, tevgera dagirkeriyê ye

Yek ji mezintirîn rêxistinên kedê, Sendîkaya Karkeran a Birîtanyayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanêm şermezar kir. Sendîkayê êriş weke hewldana tinekirina Kurdan binav kir û xwest di zûtirîn dem de artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî derkeve.

Nûnerên 16 rêxistinên ku di bin sîwana sendîkaya karkeran a Birîtanyayê de kar dikin, têkildarî êrişên dewleta Tirk nameyek weşandin.

Nûneran êrişên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke hewldana valakirina herêmê ji Kurdan binav kirin û wiha gotin: Di wextekî de ku cîhanê êrişa Rûsya a li dijî Uraynayê şermezar dike, dewleta Tirk jî qaşo bi rola navbênkar radibe.

Pir tiştekî sosrete ku ev dewleta xwe weke alîgirê rawestandina şer nîşan dide, ew bi xwe êrişî Bakûrê Iraq û Bakur-rojhilatê Sûrî dike.

Tişta ku niha dewleta Tirk dike, ji êrişa li dijî Ukraynayê ne kêmtir e.

Tirkiyê bi salane êrişên xwe di bin navê şerê li dijî “terorê” de dike.

Û bi dagirkirin axa welatan, hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

Sendîkaya Karkeran a Birîtanyayê: Rêya çareseriya aştiyane, azadiya Ocalan e

Nûnerên sendîkayê bi bîr xist ku wan gelek caran bang li serokkomarê Tirkiyê kirine da ku vegere ser maseya diyalogê û gotin:

Pirsgirêkên heyî bi rêya danûstandinê dikarin bêne çareserkirin.

Bi vê armancê em careke din daxwaza azadkirina Rêberê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman.

Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî dikin da ku destekê bidin têkoşîn û berxwedana gelê Kurd.

Back to top button