Der barê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, Pisporê Siyaseta Ziman Dr. Muimîn Zelmî dibêje:
” Li Başûrê Kurdistanê pêşwazîkirina zimanê biyanî li pêş zimanê me yê dayikê ye û vê yekê asta metirsîdar derbas kiriye.”
Mamosteyên Şengalê jî tekez kirin ” Divê civaka Êzidî li zimanê xwe xwedî derkeve.”
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, der barê zimanê Kurdî de nirxandin û bang tên kirin.
Li ser giringiya zimanê Kurdî û asta ku li Başûrê Kurdistanê gihiştiyê, pisporê Siyaseta Ziman û mamosteyê zanîngehê Dr. Muimîn Zelmî ji ajansa Rojnews’ê re nirxanidn kir.
Muimîn Zelmî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê bandora gelek zimanan li ser zimanê Kurdî heye û ji wan zimanê biyanî.
Mamosteyên Şengalê : Divê civaka êzidî li zimanê xwe xwedî derkeve
Di heman çarçoveyê de mamosteyên li Wargeha Serdeştê ya Şengalê jî nirxandin kirin.
Mamoste li ser giringiya parastin û axaftina bi zimanê Dayikê axivîn û tekez kirin ziman nasnameya mirov û hebûna wî ye.