Çalakiya konvedanê li Dirbêsiyê di roja 4’an de dewam dike

Çalakî û nerzaîbênên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê dewam dikin. Çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li Dirbêsiyê di roja 4’an de dewam dike. Şêniyên Kobanê jî li dijî êrişan daketin kolanan û peyama bilindkirina tekoşînê dan.

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla ku ji 17’ê nîsanê dest pê kiriye çalakiyên gel dewam dikin.

Çalakiya konvedanê ya ji bo piştgriya berxwedana gerîla ku di 16’ê mehê li bajarokê Sêgirê yê navçeya Dirbsiyê ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger hatiye destpêkirin di roja 4’an de dewam dike.

Îro endamên saziyên sivîl ên Dirbêsiyê serdana konê çalakiyê kirin.

Endamê Akademiya Şehîd Bercem Xalid Xelaf di çalakiyê de axivî û bang li rayadarên PDK’ê kir ku dev hevkariya bi dijminên Kurdan berde.

Şêniyên Kobanê bi pêşengtiya ciwanên PYD’ê meşek li dar xist

Şêniyên Kobanê jî bi pêşengtiya ciwanên PYD’ê li dijî êrişên li ser başûr daketin kolanan.

Bi sedan şênî, ciwan û endamên saziyên sivîl ên herêma Firatê tevlî meşê bûn.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de li ser navê ciwanên PYD’ê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev êriş ne tenê li dijî gerîla ne, li dijî hebûna tevahiya Kurdan e.

Ciwanan di dawiyê de gotin, ew ê piştgiriya berxwedana gerîla bidomînin.

Back to top button