Vîrûsa Corona..Li Yemenê, yekem rewş hat tomarkirin

Vîrûsa Corona, konê mirinê li her derê cîhanê vedaye û heya niha zêdeyî milyonek kes pê ketine. Hemû welat jî bêçare mane û rewş hin bi hin aloztir dibe. Herî dawî jî, Yemena ku şer wê ji hev xistiye, yekem rewş ragihand. 

Êdî Corona sînor ji xwe re nehştine û vê dawiyê berê xwe da Yemenê jî.

Îro, yekem rewş li parêzgeha Hedere Mewt hat tomarkirin.

Weke tedbîr, ji vê sibehê de, qedexekirina derketina derve li parêzgehê hat sepandin.

Li Urdnê, piştî 370 kes bi vîrûsê ketin, tedbîrên ji bo pêşîgirtina vîrûsê hatin girtin û qedexekirin heya 48 seatan hat ragihandin.

Imaratê jî, bi heman armancê, dema girtina mizgeftan dirêjtir kir.

Li wir, herî dawî jî 331 kesên din bi vîrûsê ketin.

Li Misir jî, hat diyarkirin ku heya niha hezar û 699 kes nexweşên vîrûsê ne û 118 kes mirine.

Vîrûsa Corona..Li Cîhanê, jimara kesên nexweş, milyonek derbas kir

Ev çend roj in, Corona, Amerîka dabû ber xwe, lê di van herdu rojên dawî de, bîlançoya nexweşan kêm bûye.

Lê jimara qurbanan zêdetir dibe û di 24 saetên dawî de, hezar û 783 kes mirin.

Serokê Amerîkayê Trump jî, duh anî ziman ku welatê wî li dijî vîrûsê bi ser dikeve.

Li Çînê, navenda sereke ya derketin vîrûsa Coronayê, îro 42 rewşên nû tomar kirin, piraniya wan ji derveyî welêt hatine.

Li Hidistanê jî, roj bi roj vîrûs bêhtir belav dibe, ku heya niha 6 hezar û 412 kes pê ketine û 199 jî mirine.

Back to top button