Vîrûsa Corona..Li Başûrê Kurdistanê, 13 rewşên nû hatin tomarkirin

Vîrûsa Corona ya li tevahî cîhanê belav bûye, bandoreke mezin li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî kiriye. Li Tirkiye û Îranê jî, ji ber xemsariya herdu rejîman, rewşa heyî hîna aloztir bûye û rojane rewşên nû tên tomarkirin û bîlançoyên qurbanan mezintir dibin. 

Vîrûsa Corona, mîna her deverên cîhanê, xefkên mirinê li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî vedaye.

Li bajarê Silêmaniyê, herî dawî 4 kesên din bi Coronayê ketine.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Herêmê, li Hewlêrê jî 9 kesên din nexweş ketin.

Li Başûrê Kurdistanê, heya niha 324 kes bi vîrûsê ketine.

Ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 126 kes jî baş bûne.

Vîrûsa Corona..Li Iraqê, bi hezaran testên vîrûsê hatin çêkirin

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku “di nav 24 saetên dawî de, 2 hezar û 52 test hatine çêkirin û herî dawî, 30 kesên din nexweş ketine.

Heya niha, 69 kesan li Iraqê jiyana xwe ji dest daye û 469 kes jî baş bûne.

Vîrûsa Corona..Li Tirkiye û Bakurê Kuristanê, jimara qurbanan zêde dibe

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her diçe rewşa welêt ji ber xemsariya dewleta Tirk aloztir dibe.

Di nava 24 saetên dawî de, 96 kes ji ber vîrûsê mirine.

Bi vî awayî jî, jimara giştî qurbanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, gihaşt 908an.

Her wiha, heya niha jî 42 hezar û 282 kes nexweş in.

Tevî ku Tîmên Tenduristiyê yên Tirkiyê banga Rewşa Awarte dikin jî, lê Erdogan qebûl nake.

Ev jî dibe sedema ku, bîlançoyên Corona bigihêjin lûtkeyê.

Vîrûsa Corona..Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 117 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li Îranê jî rewş hîn kambaxtir e.

Li gorî daneyên fermî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di 24 saetên dawî de, hezar û 634 kesên din bi vîrûsê ketine û 117 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li vir jî, heya niha, 4 hezar û 110 kes mirine û 32 hezar û 309 kes baş bûne.

Back to top button