Li Serê Kaniyê, xendeq tên kolandin û dergeheke sînorî tê vekirin

Tevî derbaskirina nexweşên vîrûsa Coronayê bo Serê Kaniyê jî, dewleta Tirk a dagirker, planên xwe yên dagirkirî û guhertina demografîk jî dewam dike û aniha dest bi kolandina xendeqan jî kiriye. 

Bi dîmenan hat belgekirin ku çete li bajarê Serê Kaniyê mal û milkên sivîlan derdixin derve û dişewitînin.

Li milekî din jî, pêvçûnên di navbera çeteyan li ser parvekirina milkên sivîlan jî, berdewam dikin.

Li bajarokê Til Helefê yê bajarê Serê Kaniyê, çeteyan dest bi kolandina xendeqan kirine.

Hat raighandin ku, dewleta Tirk deriyekî din di navbera Bakurê Kurdistanê û Serê Kaniyê de vedike.

Li taxa Ebra, ji bo vekirina derî, erdên şêniyan bi darê zorê ji wan distînin.

Li gorî agahiyan, ev derî ji bo bazirganî û derbaskirina çeteyan tê vekirin.

Back to top button