Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê serokê DMME helwestê nîşanî tecrîdê bide

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber serdana serokê DMME’yê Robert Spano ya li Tirkiyê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Buroyê bang li serokê DMME yê kir ku helwestê nîşanî Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê bide.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber serdana serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li Tirkiyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta DMME’yê ev agahî hatin parvekirin:

“Li Girtîgeha Îmraliyê ku bêhiqûqî û kêfiyet esas e, têkildarî gelek pêkanînan ne hiqûqa neteweyî ne jî ya navneteweyî li ber çavan nayên girtin.

Girtîgeha Girava Îmraliyê bi rêbaza Proto-Gûantanomo dûrî ji pîvanên mafên mirovan ên bingehîn û hiqûqê bi statuyeke taybet hatiye avakirin. Darizandina li Girava Îmraliyê ji bo di nava 4 mehan de cezayê îdamê bê dayin bi rengekî formalîte hatiye meşandin.

DMME’yê li ser vê darizandina formalîte biryar da ku mafê darizandina wekhev hatiye binpêkirin.
Biryara DMME’yê ya li ser îdamê jî veguheriye cezayê girtina heta bi hetayê ya girankirî ku tê wateya kuştina bi rizandinê.

Muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan bi binpêkirina mafê wî ye darizandina wekhev di nava rejîma înfazê ya girankirî de tê hiştin. Li gel vê yekê êşkenceya mutleq lê hatiye ferzkirin ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ev yek weke ‘cezakirina di nava ceza de’ pênase kiriye.

Birêz Ocalan piştî sala 2011’an nêzî heyşt salan nekariye parêzerên xwe bibîne. Li dijî şert û mercên tecrîdê yên girankirî yên li Îmraliyê, me parêzeran sala 2011’an serî li DMME’yê dan, lê hîn bi encam nebûye.

Ev pêkanîn, di şexsê Birêz Ocalan de veguheriye sîstemekê ku li dijî nirxên civakî û siyasî tê meşandin. Ev pêkanînên Tirkiyê Sîstema Hiqûqê ya Mafên Mirovan a Ewropayê jî dike berpirsyar ku bi peymanan pê ve girêdayî ye.”

Buroyê di dawiya daxuyaniyê de bang li serokê DMME’yê kir ku li dijî Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê helwestê nîşan bide û da zanîn ku eger helwesteke berevajî bê nîşandan wê hîn bêhtir hêzê bide dewleta Tirk ku mafên mirovan binpê bike.

Back to top button