Zelensky: Me herêmeke 6000 kîlometre ji bin destê Rûsya derxist

Gel û artêşa Ukrayna ji her demê zêdetir li pêşberî Rûsya bi serketinê bawerin.
Hildana ala Ukrayna li ser herêmên hatine kontrolkirin ev bawerî hîn xurtir dike.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî got:
Artêşa me kariye 6 hezar kîlomtere qada ji aliyê Rûsya ve hatî kontrolkirin paşde vegerînin.
Di vê navberê de, çapemeniya Rûsya jî dest bi guhertina zimanê weşangeriya xwe kir.

Li rojhilatê Ukrayna êdî ala welat tê hildan.

Vekişîna hêzên Rûsya, hestên bawerî û serketinê li gel Ukrayniyan zêdetir kiriye.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky di axaftina xwe ya bi rêya vîdeoyî de got:

“Em bi pêşve diçin.

Ji destpêka meha Îlonê ve leşkerên me 6 hezar kîlometre çargoşe ji axa Ukraynayê li rojhilat û başûr rizgar kirine.”

Berdevkê îstîxbarata leşkerî ya Ukraynayê got,

Ji ber jimara zêde ya girtiyên Rûsya, em di peydakirina cihan de zehmetiyê dibînin.

Rêveberiya Kîevê 11’ê Îlonê ragihandibû ku wan heta niha herêmeke 3 hezar kîlometre çargoşe rizgar kirine.

Her wiha zêdetirî 20 wargehan jî hatine kontrolkirin.

Di daxuyaniyên doh hatin dayîn de hatin ragihandin ku jimara van wargehan gihiştiye bêtirî 40’an.

Rûsya li qada şer paşketina xwe qebûl dike

Kêmbûna Rûsyayê li qada şer piştî mehan rexneyên giştî li dijî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin zêde kir.

Di dawiya şer de hêzên rûsî neçar man ku ji herêmên nêzî Kîevê vekişin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê nexşeyek parve kir ku nîşan dide leşkerên wê li ser erdek teng ber bi welat ve vekişiyane.

Di vê navberê de, şêwirmendê serokomariya Ukraynayê Oleksîy Arestovich got,

Wê girtiyên şer bi Ukrayniyên ku di destê Moskowê de ne, werin guhertin.

Berdevkê îstîxbarata leşkerî Andrey Yusov diyar kir ku di nav leşkerên hatine girtin de hejmareke “giring” ji efserên rûsî hene.

Herî dawî lîderê Çeçenistanê Ramazan Kadyrov bertek nîşanî vekişîna Rûsyayê ji hin axa Ukraynayê dabû.

Kadîrov gotibû, ew bi fikare ku Putin ji rewşa heyî baş neagehdar e.

Çapemeniya Rûsya zimanê weşangeriya xwe diguherin

Piştî hêzên Rûsya derbên giran li herêmê xwarin, vê carê çapemeniya Rûsya dest bi guhertina zimanê weşangeriyê kir.

Çapemeniya Rûsya, ji herêmên vekişiyayî bi tewambarkirina hêzên rojavayî yên li dijî wan şer dikin ve girê da.

Heta tê gotin, şêwirmendên Putin ji ber idiaya wê Ukrayna di nava hefteyekê de xwe radest bike, ew şaş agehdar kirine.

Pisporên şer yên ji rojnameyên Rûsya re axivîn diyar kirin ku her tişt li gorî hatî plankirin nameşe.

Back to top button