Atîna bi bihayê 2,3 milyar Euro wê balefirên Fransa bikire

Yunanîstan ya li Derya Spî û Egeyê rojane pêşberî gefên Tirkiyê tê, hemû hêza xwe daye parastinê.
Atîna ku bernameya xwe ya çekan di meha Îlonê de eşkere kirî ragihand ku wê 18 balefiran ji Fransa bikire.

Berdevkê hikumeta Yunanîstanê Stelyo Petsas di daxuyaniya nirxandina hefteyê de têkildarî balefirên Rafale yên ji Fransa bikirin axivî.

Petsas diyar kir ku ji bo 18 balefiran wê 2,3 milyar euro bidin Fransa.

Atîna wê bi bihayê 1,92 milyar Euro balefirên nû û 12 balefirên desta duyemîn bikirin.

Petsas anî ziman ku ji bo ekîpmanan jî wê 400 milyon euro bidin Fransa.

Beşa yekem a balefiran wê di meha Tîrmehê de pêk were û tevahiya balefiran wê di 2023’an de bigihêjin Yunanîstanê.

Sala 2021 Atîna ji bo leşkerî 5,49 milyar euro wê xerc bike û ev jî di nava 11 salên dawiyê de bûdçeya herî mezin a ji bo parastinê ye.

Di Mijdarê de, ji bo kirîna 24 balefirên F-35’an Yunanîstanê daxwaza xwe pêşkêşî Amerîka kiribû.

Back to top button