Ji bo rûdanên dawî, îro civîneke 4-alî li dar dikeve

Wezîrên Derve yên Almanya, Brîtanya, Tirkiye û Fransa, wê îro ji bo rewşa Sûriye, Lîbya û Iraqê bicivin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas beriya bi hempîşeyên xwe yên welatên navborî re bicive, der barê rewşa Sûriye, Lîbya û Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Maas diyar kir ku “vîrûsa Corona, rewşa hersê welatan hîna zehmetir kiriye..

Li gorî daxuyaniyê, ji bo nirxandina rewşa wan, wê civîneke video-konferans bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu, yê Brîtanya Dominic Raab û yê Fransî Jean-Yves Le Drian re were lidarxistin.

Wezîrê Alman Heiko Maas da xuyakirin ku ew alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyê girîng dibînin.

Ji bo Lîbyayê jî, Mass teqezî li ser pêkanîna agirbestê kir.

Back to top button