Ji YE li dijî koma Wagner a Rûsî cezayên nû

Di şerê li Ukrayna de, yek ji koma çekdarên herî balê dikişîne li ser xwe Wagner ên Rûsî ne.
YE’yê şîrketa Wagner a çekdarên ku alîkariyê dide artêşa Rûsyayê ceza kir.
Konseya Ewropayê destnîşankirin ku Wagner di êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de roleke aktîf lîstiye.

Di şerê li Ukraynayê de, Yekîtiya Ewropa dixwaze destê Rûsya lewaz bike.

Ji ber vê yekê di armanca cezayên wan de, hêza Wagner li pêş e.

Koma Wagner ya ku demên dawî balek zêde kişandiye ser xwe, rastî hêrsa Yekîtiya Ewropa hat.

Yekîtiyê bi hinceta ku “bi awayekî aktîf beşdarî şer bûye” cara duyemîn navê wagner li lîsteya cezayên Yekîtiya Ewropayê zêde kir.

Wagner di meha Sibatê de ji ber binpêkirina mafên mirovan û “bêîstiqrarkirina” welatên li Afrîkayê di lîsteyek cezayên din ên Yekîtiya Ewropî de cih girtibû.

Di daxuyaniya Konseya Ewropayê nûnertiya 27 welatên Yekîtiya Ewropayê dike de.

Yekîtiyê destnîşankirin ku Wagner “ji ber kiryarên ku li Ukraynayê xera dike yan jî gefa dixwe, dîsa li lîsteyê hat zêdekirin.”

Konseya Yekîtiyê got;

Lîsta dualî ya Wagner metirsiya çalakiyên girûpê û berbelavbûna wê li qada navneteweyî û herwiha bandora wê ya bêîstiqrar li ser welatên ku ew tê de çalak in destnîşan dike.

YE ceza li rêxistina medyayê RIA FAN ya Serokê Wagner Yevgeni Prigozhin e, ferz kir.

Rêxistineke sivîl a rûsî û leşkerekî ku Wagner terka wê kiribû, vê dawîyê îdia kirin ku Wagner berpirsê serjêkirina girtiyek şer a Ukraynayê ye.

Prigozhin ev îdîaya ku ji aliyê Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî ve hat şermezarkirin red kir.

Rûsyayê ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Li welatên YE’yê mal û milkên kes û rêxistinên di lîsteyê de têne cemidandin, qedexeya çûnûhatinê tê sepandin û her kes û şîrketeke li YE’yê qedexe ye ku pereyan bide van kesan.

YEyê par ji ber êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna 10 pakêtên cezayê li pey hev li hember Moskow û rêveberên wê sepandibû.

Back to top button