YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokomariyê erê kir

YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokomariyê ku wê di 14’ê Gulanê de bê lidarxistin, erê kir.
Li bakurê Kurdistanê jî danasina namzet û vekirina buroyan jî vediguherin şahiyan.
Namzetê Patiya Çep a Kesk Ferît Şanyaşar jî bang li Rihayiyan kir û got:
Hûn kujeran baş nas dikin, destê xwe dênin li ser wijdana xwe û wiha herin ser sindoqan.

Li Tirkiyê hilbijartina Serokomarî û Parlamentoyê li Tirkiy û Kurdistanê bûye yek ji rojeva sereke.

Hemwextî diyarbûna dema hilbijartinên derveyî Tirkiyê de, Şandeya Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) pûsûlaya dengan a ji bo hilbijartina serokomariyê weşand.

Li gorî vê; di pişka berê hatibû kişandin de namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan di rêza yekemîn de cih digire.

Di rêza duyemîn de namzetê Partiya Memleket Mûharrem Înce,

di rêza sêyemîn de namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû

û di rêza dawîn de jî namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan cih digire.

Riha xwe bi rengê Çartiya Çep a Kesk pêça ye

Li Rihayê Partiya Çepên Kesk pêşengiya pêşbaziya hilbijartinê dike.

Bernameya danasîna namzetên Partiya Çepên Kesk a li Rihayê veguherî şahiyê.

Her kes li Rihayê berê xwe dide Çepên Kesk û ji niha rengê xwe bi Çepên Kesk pêça ye.

Şenyaşar: Gelê Rihayê kujeran baş nas dike

Her wiha li Rihayê çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 752’an de ye.

Ferît Şenyaşar yê ji Patiya Çep a Kesk bûyî namzet axivî û got:

“Em li benda hikûmetê bûn ku edaletê bicih bîne, lê Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê li Rihayê namzet nîşan daye. Wezîrê Dadê ku li ber edaletê dibe asteng, wê di nava gelê Rihayê de dengan bixwaze. Gelê Rihayê kujeran û yên bûne sedema komkujiyê baş nas dike. Em gelê Rihayê vedixwînin ku xwedî li wîjdan û mirovahiyê xwedî derkevin. Gelê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bi wîjdanê xwe tevbigere û biçe ser sindoqan.”

Partiya Çep a Kesk li Bismila Amedê buroya hilbijartinê ya jin vekir

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê bi beşdariya namzetên parlamenteriyê yên jin li navçeya Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan vekir.

Namzetên parlamenteriyê Halîde Turkoglû, Sorgul Aytek Avşar û gelek jin beşdarî verkirina buroyê bûne.

Namzetên parlamenteriyê piştî vekirina buroyê serdana dikandaran kirin.

Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin

Li aliyên bi berfirehkirina xebatan re, êrişên faşîst û nijadperestan jî zêde dibin

Duh bi şev li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Dîlokê ya li Gazîkentê êriş hate kirin.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk piştî êrişê li pêşiya bûroyê daxuyanî dan.

“Tevî êrişê jî em ê bi piştgiriya xelkê dîlokê xebatên xwe bidomînin”

Hevberdevkên partiyê yên bajar dan zanîn ku dê têkildarî êrişê serlêdana sûc bikin û gotin:

“Tevî êrişê jî dê bi saya alîkariya xelkê Dîlokê li vê bûroya hilbijartinê xebatên xwe bidomînin.

Back to top button