Rêveberiya Xweser pêngava komkirina alîkariyê da destpêkirin
February 9, 2023
11
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kampaniya bi hevre ji bo mirovahiyê da destpêkirin. Îro li Qamişlo Rêveberiya Xweser bi daxwiyanekê despêkirina pêngav ragihand. Rêveberiyê eşkere kir ku li hemû navçeyên herêma cizîrê kon hatine vedan. Her wiha bang li gelê herêmê kir ku bi qurbanên erdhejê re bibin alîkar. Hat eşkerekirin ku Pêngav îro dest pê dike û heta 22 mehê wê dewam bike.