Li Îtalya û Yewnan ê karkeran dema karê xwe kêm kirin

Ewropa di dîrokê de rojên xwe yên herî germ dijî.
Li Îtalya karker amadekariyên grevê dikin.
Li Yewnanîstanê jî ji ber germahiya zêde karkerên nema dikarin kar bikin jî dibêjin,
Ew ê rojê 4 saetan dema karê xwe kêm bikin.

Li Îtalyaya û Yewnanîstanê rewşa hewaya germ jiyana li welat xistiye nava tengasiyê.

Li gor daneyên ku li Îtalyayê hatiye dayîn germahiya hewayê doh li Sîcîlyayê 47, li Sardînyayê jî 46 pile bû.

Vê yekê jî bandoreke neyînî li xebatên karkeran kir.

Karkeran dan zanîn ku ji ber germa zêde ew plan dikin dema xebatê kêm bikin.

Li hin karxaneyan jî ji ber germa zêde destûr hatiye dayîn ku bêhnvedan zû were dayîn.

Di daxuyaniya Konfederasyona Karsaziya Giştî ya Îtalyayê (CGIL) ku nêzî 5,5 milyon endamên wê hene de, hat diyarkirin ku li herêma Basilicata ya li başûrê welêt germahî gelek dijwar e.

Her wiha hate gotin:

“Germa zêde rewş tendirustî û ewlehiya karkeran dixe nava metirsiyê.”

Konfederasyon ê daxwaz kir ku li cihên tevdîrên pêwist ji bo karkeran neyên girtin, sendîkayan agahdar bikin.

Li gorî pileya germaya ku roj bi roj bilindtir dibe tê texmîn kirin ku rewşa hewayê dijwartir bibe.

Sendîkayên li Îtalyayê destnîşan kirin ku germa zêde di sektora çandinî û avahîsaziyê de, pirsgirêkên cidî yên tenduristî û ewlehiyê jî derdixe holê.

Li Yewnanîstanê jî rewşa hewaya germ ji Îtalyayê dijwartire.

Karkerên li bajarê kevnar ê navdar Akropolîsê bertek nîşanî şert û mercên xebatê dan.

Karkeran diyarkirin ku ew ê rojane 4 saet zû dest ji karê xwe berdin.

Karkerên li bajarên din yên kevnar jî ragihandin ew ê beşdarî vê biryarê bibin.

Back to top button