Efrîna dagirkirî-Piştî ku 4 hezar dolar da, çeteyan ew revand

Kiryarên dij-pîvanên mirovî û exlaqî li Efrîna dagirkirî li ser destên çeteyên dewleta Tirk didome.
Careke din mîna kiryarên rojane, welatiyek hate revandin, dar hatin birîn.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, revandin, kuştin, talankirina xwezayê û guhertina demografiyê bêserûbere.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin welatiyek ji gundê Gurzêla revandin.

Navê welatiyê ku hate revandin Mihemed Henan 37 salî.

Torê diyar kir ku Mihemed piştî ku ji Heleb hat ji bo mala xwe ya desteserkirî vegerîne 4 hezar dolar da.

Lê çeteyan bi hinceta ku Henan berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye ew revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çeteyan li Efrînê 23 dar birîn

Tora Çalakvanên Efrînê da zanîn ku çeteyan li taxa Zîdiyê ya li ser rêya gundê Til Tewîl ê Efrînê 15 darên zeytûnan, 4 darên guzê, du darên hejîran û du darên Tûyê birîn.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Îmad Hisên ê ji gundê Xel-nîra bû.

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê

Back to top button