Girê Spî-4 malbatên din bi zorê li Girê Spî a dagirkirî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker 4 malbat li herêmên dagirkirî hatin bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de, 4 malbatên din ên sûrî, piştî ku bi darê zorê bi rêya deriyê Girê Spî yê dagirkirî derbasî herêmê kirin, li bajarê Girê Spî bi cih kirin.

Dewleta dagirker bi dehan ciwanên din bêyî malbatên wan jî anîn herêmê.

Bicihkirina sûriyeyan bi darê zorê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de “Serêkaniyê,Girê Spî, Efrîn” ya bi armanca guhertina demografiya herêmê dewam dike.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêka Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker nêzî hezar penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyê veguhestine.

Li Girê Spî cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Back to top button