Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Deshilata Îranê li cihê guh li daxwazên xwepêşandêran bigre, serî li her rê û rêbazê din dide.
Girtin, binçavkirin, êşkence û darvekirin.
Lê heta niha bi van jî nekariye dawî li xwepêşandanan bîne.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya ji bo 3 rojan hatî ragihandin îro di roja 2. de ye.
Gel bi beşdarbûna grevê helwesta xwe careke din nîşan da.

Serhildanên di 16’ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kiribû 94 roj li pey xwe hiştin.

Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh greva giştî destpê kir.

Hemû sendîka, komele û komên siyasî yên li Îranê û bajarên Rojhilat di 19, 20 û 21’ê Kanûnê de banga greva giştî kirin.

Li ser banga çalakvanan, li bajarên Rojhilatê Kurdistan, Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwander, Eywan Xerb û gelek bajarên din welatiyan dikanên xwe venekirin û ketin grevê.

Li bajarê Bokan cenazeyê Mihemed Hacî Resul Pur ku bi êşkenceyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, bi dirûşmeyan spartin axê.

Li bajarê Mihabadê jî merasîma çilrojiya Fayeq Mamqadirî, bi tevlîbûna sedan kesan pêkhat.

Li ser asta Îranê jî, gelek çalakiyên cûr be cûr li cihên giştî pêkhatin.

Çalakvanan nerazîbûna xwe li dijî darvekirinan nîşandan û li Tahran, Kirman û gelek bajarên din, esnafan dikanên xwe venekirin.

Li taxa Êkbatan û metroya bajarê Tahranê, çalakî û meş hatin lidarxistin.

Welatiyan dijî desthilata Îranê bê navber dirûşme qêriyan.

Li bajarê Reştî ya dikeve Bakurê Îranê, bi pêşengiya jinan meşek girseyî hate lidarxistin.

Piştre ciwanan li nav kolanan agir pêxistin û dewleta Îranê şermezarkirin.

Li Herêma Gulşarî ya Kerecê jî, carek din welatî daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Tevî kuştin, darvekirin, êriş û binçavkirinan serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber di dome.

Deshilata Îranê serî li rêya benê darvekirinê dide

Ji ber xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, heta niha deshilata Îranê cezayê dervekirinê li bêtirî 30 kesan biriye.

Ji van Muhsin Şikarî û Mecîd Raza Rehnewerid hatine darvekirin.

Metirsî heye ku cezayê 26 kesên din pêk were.

Ji roja despêkirina xwepêşandanan û heta niha nêzî 19 hezar kes hatine binçavkirin.

Amnesty International: Egeriya darvekirina 26 kesan heye

Li gorî raporek Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) a têkilarî darvekirinên ji aliyê rejîma Îranê ve metirsiya darvekirinê li ser 26 kesên ku di dema xwepêşandanan de hatine girtin heye.

Ji nava vane, 3 jinin.

Back to top button