Fransa…Di nava 2 salan de 2751 kes hatine dersînorkirin

Rêveberiya Parîsê bi hincetên cuda, welatiyên biyanî ji nava xaka xwe dersînor dike.
Wezîrê Karê Hundirîn yê Fransa Darmanin diyar kir ku di nava 2 salên dawî de 2 hezar û 751 kes bi hinceta sûcdar in û dosyeya wan a sûc heye hatin dersînorkirin.

Fransa welatiyên biyanî yên derbasî xaka welat bûyîn dersînor dike.

Li dijî vê yekê ji nava welat bertek derdikevin.

Wezîrê Karê Hundirîn yê Fransa Gerald Darmanin derbarê îdiayên ku li Fransayê biyaniyên “bi hiqûqî” tên dersînorkirin, ji televîzyona RTL ya welat re axivî.

Gerald Darmanin anî ziman ku ew pêşniyar dikin ku hemû biyaniyên xwedî dîroka sûc bên şandin.

Darmanin diyar kir ku dixwazin hemû kesên sûcdar an jî qeyda wan a sûc heye ji Fransayê bişînin, lê ji bo ev yek pêk were qanûn ji wan re dibin asteng.

Wezîrê Karê Hundirîn yê Fransa daxuyakirin ku niha di vê çarçoveyê de nikarin ti kesî bişînin welatên şer ên weke Sûriye û Efxanistanê.

Gerald Darmanin anî ziman ku tenê çaryeka kesên dixwazin bên dersînorkirin dikarin bişînin û got;

Di destpêka 2022’an de hejmara dersînorkirinê ji sedî 25 zêde bûye.

Ev hejmar ji bo hin welatên Mexrîb û Afrîkayê jî bûye ji sedî 50’î.

Darmanin da zanîn ku di nava 2 salên dawî de 2 hezar û 751 biyanî ji Fransayê hatine dersînorkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê da zanîn ku serlêdana 72 hezar kesan a ji bo rûniştinê jî bi hinceta sûcdar in hatine redkirin.

Back to top button