Nîjer: Dema ji bo cûnta leşkerî hatî diyarkirin bi dawî dibe

Lî Nîjerê hesabên dawî yên darbekar û dijberên wan tê kirin.
Dema Yekîtiya Aborî ya Afrîkaya Rojava (ECOWAS) dabû cûntaya leşkerî ya li Nîjerê îro bi dawî dibe.
Daxwaza ECOWAS’ê serbestberdana Serokomar Bazûm û pejirnadina deshilata wî ye.

Li Nîjerê, zexta destwerdana leşkerî ya li ser cûntaya leşkerî ya ku Yekîtiya Aborî ya Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) daye, zêde dibe.

Dema ECOWAS’ê ya ku xwest di nava hefteyekê de Serokomar Mihemed Bazûm ê bi derbeyê hatibû hilweşandin bê berdan û vegere ser erka xwe.

ECOWAS’ê hişyarî ji bo destwerdana leşkerî ya li dijî darbekaran dayî îro bidawî dibe.

ECOWAS piştevaniya xwe ya herî xûrt ji Fransa digre.

Fransa ragihand ku ew ê “bê dudilî” piştgiriyê bidin her biryarek ku ECOWAS ya egeriya destwerdana leşkerî.

Fransa: Paşeroja Nîjer û herêmê di metirsiyê de ye

Wezareta Karê Derve ya Fransayê got:

“Pêşeroja Nîjerê û aramiya tevahiya herêmê di metirsiyê de ye.”

Ev daxuyanî piştî hevdîtina Wezîra Karê Derve ya Fransayê Catherine Colonna ya doh li Parîsê bi Serokwezîrê Nîjerê Ouhoumoudou Mahamadou re hat dayîn.

Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu ji çapemeniya Fransa re axivî û derbeya li Nîjerê wekî “şaştiya darazê ya ku bi temamî li dijî berjewendiyên vî welatî ye” bi nav kir.

Lecornu got,

“Ev derbeya leşkerî wê têkoşîna li dijî terorê qels bike, bi taybetî li Sahelê ku çalakiyên komên terorîst ên çekdar ên ji rewşa dewletên lawaz ên mîna Maliyê sûd werdigirin, zêde dibin.”

Cezayîr li dijî destwerdana leşkerî ye

Welatên cîran Burkîna Faso û Malî piştgirî didin cûntaya leşkerî ya ku bi derbeya li Nîjerê hat ser desthilatdariyê.

Ev her du welatên ku ji sala 2020’an ve ji aliyê cûntayên leşkerî ve tên birêvebirin, diyar kirin ku ew ê destwerdana leşkerî ya li Nîjerê li dijî xwe weke ragihandina şer binirxînin.

ECOWAS 30’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê hefteyek da cûntaya ku bi derbeya 26ê Tîrmehê li Nîjerê hat ser desthilatê ku Bazûm berdin û vegere ser kar.

Welatên Yekîtiyê di civîna xwe ya li paytexta Nîjerya Abuja ku serokatiya demkî ya yekîtiyê dike de, li ser planek ku tê de destwerdana leşkerî li Nîjerê pêk bîne, li hev kirin.

Darbekarên Nîjerê ji Wagner alîkariyê dixwazin

Back to top button