Li Pakistanê qeza trenê: Herî kêm 22 kes mirin

Li başûrê Pakistanê trenek ji rê derket.
Di encamê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, bêtirî 50 jî birîndar bûn.

Wezîrê Rêyên Hesinî yê Pakistanê Hawaja Saad Refîk daxuyaniyek da çapemeniyê û got,

“Bi rastî jî qezayeke gelekî giran rû da.”

Refîk anî ziman ku tîmên alîkariya destpêkê gihîştin cihê bûyerê.

Hate ragihandin ku herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, bêtirî 50 jî birîndar bûn.

Li gorî medya xwecihî, qeza li nêzî gara trenê ya Sahara ya li bajarê Navabşah ê li eyaleta Sîndê qewimî.

Tê gotin 10 vagonên trenê ji rê derketine.

Trena Hazara ekspres ji Karaçî diçû bajarê Abbottabadê.

Rêyên hesinî yên li Pakistanê ku bi hezaran kîlomtetreyî ne, hîna di serdema mîtîngeriya Brîtanya ya li welat de hatibûn çêkirin.

Du qezayên 2019 û 2021’an pêk hatin de, 140 kes mirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Back to top button