Beydanî: Dewleta Tirk dixwaze ji Musil heta Kerkûkê dagir bike

Çavdêrê Siyasî yê Iraqê Dr Cewad Beydanî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û serdana Erdogan a ji bo Iraqê got:
“Tirkiye dixwaze ji Musilê hetanî Kerkûkê dagir bike”

Dr Cewad Beydanî da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya siyaseta xwe ya ku li deverê dimeşîne, ji Musilê ta digihe Kerkûkê dagir bike.

Beydanî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo vê plana xwe bixe meriyetê, bi dijwarî êrişî Şengalê dike.

Dr Cewad Beydanî destnîşankir ku armanca yekem a serdana Erdogan a ji bo Iraqê mijara ewlehiyê ye û got:

“Erdogan dixwaze ew ruhê berxwedaniyê ku li dijî hêzên dewleta Tirk li Iraqê heye, nemîne.”

Tê payîn ku piştî deh salan, Erdogan di vê mehê de serdana Iraqê bike.

Mijarên sereke yê serdanê jî şerê li dijî gelê Kurd, av û petrola Herêma Kurdistanê ye.

Back to top button