MÎT’a Tirk GPS dixîne nava cil û bergan

Ji bakurê Kurdistanê malbatek Kurd ji bo kurê xwe yê penaberê siyasî ku li başûrê Kurdistanê dimîne, cil û berg dişîne.
Lê derket holê ku saziya îstîxbarata Tirk MÎT’ê GPS ango amûra şopandinê xistiye nava cil û bergên wî.

Dewleta Tirk a dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigre, vê carê bi şêwazên cûda berê xwe dide welatparêzên Kurd.

Bi taybet li Başûrê Kurdistanê heya niha gelek welatparêzên Kurd ji aliyê MÎT’a Tirkiyê ve hatine qetilkirin.

MÎT’ê vê carê dijî welatparêzên Kurd şêwazek din yê êrişê bikartîne.

Derket holê ku MÎT’ê GPS ango amûra şopandinê xistiye nav pantalonê welatparêzek Kurd.

Welatparêzek Kurd ê xelkê Bakurê Kurdistanê ku ji ber rewşa xwe ya siyasî li Başûrê Kurdistanê bicih bûye û nexwest navê xwe bide, got: Mij ji malbata xwe ya li Bakurê Kurdistanê hinek cil û berg xwestibû, malbat jî bi rêya malperek peywendiyan ya Tirkiyê, ya bi rêya online cil û berg kiriye

Dema cil û berg gihitş destê min, GPS di nav de derket.

Back to top button