HPG’ê nasnameya 3 gêrîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd nû eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, daxuyaniyek belav kir.

HPG: Hevrê Avesta, Bawer û Zinar bêyî tirs têkoşiyan û şehîd bûn

HGP’ê bibîrxist li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi berxwedana xwe ya di xeta fedaîtiyê de gelek berdêlan dide û wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, êrişên dijmin ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, bi berxwedana xwe ya di xeta fedaîtiyê de şikandiye.

Gerîla di berxwedana xwe de israr dike û dikevin hewila bicihanîna soza tacîdarkirina têkoşîna bi rûmet a gel bi serkeftinê.

Di vê têkoşîna me ya destanî ya bi qehremaniyên mezin de hereyên me Avesta Têkoşîn, Bawer Arîn û Zinar Serêçiya bûn şehîd.”

Di dewamê de HGP’ê li ser kesayek û jiyana hevreyên şehîd wiha got:

Hevrêya me Avesta hevrêyeke xwerû bû, di tevlêbûnê de bêyî teredud bû û bi serkeftinê gelek bawer bû.

Wek mîlîtaneke YJA Star’ê ya pêşeng cihê xwe di nav têkoşîna me ya azadiyê de girt.

Hevrêyê me Bawer jî ê bi lehengiya xwe ya di şer de, bi hakimîyeta xwe li taktîkên gerîla û dilnizmîya xwe ya di jiyanê de bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî, têkoşîna xwe ya şoreşê di asta herî bilind de bi serkeftî dawî kir.

Hevrêyê me Zinar jî bû yek ji fermandarên ciwan ên şerê me yê azadiyê yê li dijî dijmin.

Em ê bîranînên hevrêyê xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.”

HPG’ê di dawî de ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Agahiyên li ser nasnameyên gêrîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Avesta Têkoşîn
Nav û paşnav: Mîzgîn Aşkara
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dê: Emîne
Navê Bav: Beşîr
Cih û dîroka şehadetê: Hezîrana 2023’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Bawer Arîn
Nav û paşnav: Mesût Demîrkan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dê: Perû
Navê Bav: Sadik
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeha 2023’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zinar Serêçiya
Nav û paşnav: Mihemed Abdulxanî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dê: Hena
Navê Bav: Abdulxanî
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeha 2023’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button