Însiyatîfa Jinên Tolhildêr li bajarên Tirkiyê çalakî kir

Însiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava li bajarên Tirkiyê li dijî kel û pelên faşîstan çalaki lidarxistin.

Têkildarî mijarê Însiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyeke niviskî weşand û derbarê çalakiyan ev agahî dan:

“Yekîneyên me di 17’ê Tîrmehê de li Stenbol-Buyukçekmeceyê nalbereke ayîdê faşîstan û depoyeke ku kel û pelên înşaatê lê bûn û 4 wesayîtên ayîdê depoyê dan ber agir.

18’ê Tîrmehê li Edene-Ceyhanê yekîneyên me li herêma ku piranî faşîst lê dijîn, bi teqemeniyan li dijî xeta boriyê ya gaza xwezayî çalakî kirin û xeta boriya gaza xwezayî şewitî û teqiya.

Însiyatîfa Jinên Tolhildêr diyar kir bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava wan ev çalakî lidarixistine û şoreş li her kesê pîroz kir.

Back to top button