Putin: Tevî piştevaniya Rojava, Ukrayna negihişt armanca xwe

Serokê Rûsya Vladimir Putin îdia dike ku Ukrayna tevî piştevaniya hêzên Rojavayî ku êrişa dijber ya dayî despêkirin negihiştiye armanca xwe.

Vladimir Putin got,

Tevî piştgiriya leşkerî û aborî ya welatên rojavayî êrîşa dijber a Kîevê ji bo paşvexistina leşkerên Rûsyayê li başûr û rojhilatê Ukraynayê, têk çû.

Putin di axaftina xwe ya li civîna Konseya Ewlekariyê ya Kremlînê ya ku di televizyonê hat weşandin de wiha ev tişt anî ziman:

“Bi her awayî, êrîşa dijber ya Ukrayna dayî despêkirin, ti encam negirtiye.”

Serokê Rûsya her wiha Polonya ya welatekî erdnîgariya Sovyeta berê ye, bi “hêrsa axê” sûcdar kir.

Vladimir Putin hişyarî da ku Moskow wê ji bo parastina cîranê xwe Belarusa ya hevalbend, hemû rê û rêbazan bikar bîne.

Putin got,

“Belarûs parçeyek ji xaka Federasyona Rûsyayê ye.

Êrişek li ser Belarûs tê wateya êrişa li dijî tevahî Rûsiyayê.

Em ê bi hemû derfetên xwe bersivê bidin.”

Rûsya li Derya Reş tetbîqata bi moşekan pêk anî

Back to top button