Li Xanesorê belgefilma ‘Nûjiyan’ hat temaşekirin

Belgefilma bi navê ‘Nûjiyan’ ku derbarê jiyana wê de hatiye amadekirin, li Xanesorê hat pêşandan. Di çalakiya pêşkêşkirina belgefilmê de, berdevka TAJÊ Sabîha Sabrî axivî û got; Nûjiyan xeta me ya azadiyê ye ku em li dora xwe kom kirin.

Duh, cara yekemîn li bajaroka Xanesorê yê Şengalê belgefilma bi navê ‘ Nûjiyan’ hat temaşekirin.

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê beşdarî temaşekirinê bûn.

Belgefilm ji aliyê derhêner Jînda Asmen, Zinarîn Zinar û lîstokvan Ferîde Zade ve hatiye amadekirin.

Xebata amadekirina belgefilmê di 2019’an de hatibû destpêkirin û di sala 2022’an bi dawî bû.

Beriya destpêkirina belgefilmê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) Sabîha Sabrî axivî.

Sabîha Sabrî şehîd Nûjiyan weke xeta azadiya jinên Êzidî binav kir:

Di dawiyê de TAJÊ zarokên ku navên wan nûjiyan bûn xelat kir.

Tê payîn ku îro jî wê li Şengalê belgefilm were pêşandan.

Nûjiyan Erhan di qada rojnamevaniyê de xebat û têkoşîneke bê hempa meşandiye.

Bi taybet ji bo dengê jinên Êzidî bi Cîhanê bide bihîstin di her kêliyên pêş ên şer de cih girtiye.

Gelek jinên ciwan jî ji bo rojnamevanî û xeta heqîqet û raghandinê perwerde kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnamevan Nûjiyan Erhan di 3’ê Adara 2017’de bi destê pêşmergeyên Roj a bi ser PDK’ê ve li Xanesorê birîndar dibe û di 22’ê Adarê dighêje asta şihadetê.

Back to top button