Rûsya li Derya Reş tetbîqata bi moşekan pêk anî

Rûsya naxwaze guman li ser mezinbûna hêza wê çê bibe.
Ji ber vê yekê di her fersendê de, hewil dide vê hêzê nîşan bide.
Piştî gefên Moskow, artêşê li Derya Reş tetbîqata leşkerî pêk anî.
Koşka Spî jî dibêje, Ukrayna bombeyên Misket bi bandor li dijî Rûsya bikar tîne.

Rûsya piştî vekişîna ji peymana “Korîdora Genim” tevgera xwe ya li nava Derya Reş zêde kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Fîloya Deryaya Reş di tetbîqata fîşekên zindî de bi roketan êrîşî xalên hatîn destnîşankirî kir.

Ev tetbîqat piştî 2 ji gefên Rûsya yên keştiyek ber bi Ukraynayê ve wê weke armanc were destnîşankirin hat.

Bi vê tetbîqatê re Rûsya careke din peyam da ku bê destûra wan wê rê nedin ku ti keştiyek di Derya Reş de ber bi Ukraynayê ve tevger bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî dibêje, ji îro û pêde wê ji bo keştiyên li Derya Reş û parastina wan xebatekî bidin meşandin.

Koşka Spî: Ukrayna bombeyên misket bi bandror kar tîne

Li aliyekî din, artêşa Ukrayna di eniyên şer de, bombeyên misket bi bandor kar tîne.

Ev yek di civîna Koşka Spî de jî ket rojevê.

Berdevkê Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî John Kirby doh got:

“Têkildarî karanîna van bombeyan me ji Ukrayna agahiyên despêkê girtin.

Bi rastî jî ew van bombeyan pir bibandor bikar tînin.”

Ukrayna jî dibêje ew ê van bombeyan li cihên leşkerên Rûsya lê kombûyîn bikar bînin.

Bombeyên mîsket yên ku Amerîka bo Ukraynayê şandî, hefteya borî gihiştibûn wî welatî.

Birayra Amerîka ya şandina a van moşekan ji aliyê Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty International) ve rastî bertekan hatibû.

Her wiha gelek hevalbendên Amerîkayê jî ev biyar rexne kiribûn.

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê teqez kir ku ew çek dê li herêmên bajarî neyên bikaranîn û tenê ji bo şikandina xetên parastinê yên Rûsya bên karanîn.

Wagner li Belarûsê bicih dibe: Polonya leşkeran dişîne sînor

Piştî bicihbûna bi hezaran leşkerên Wagner li Belarûsê, Polonya ketiye nava tevgerê.

Polonyayê biryar da ku leşkeran ji rojava ber bi rojhilatê welat ve veguhezîne.

Ev biryar ji aliyê Komîteya Ewlekariyê ya Polonyayê ve hate dayîn.

Wezîrê Parastinê yê Polonya Blasczak di destpêka mehê de got;

Polonyayê dest bi şandina bêtirî hezar leşkeran bo rojhilatê welat kiriye.

Herwiha di destpêka meha Tîrmehê de Polonya ragihandibû ku ewê 500 polîs bişîne da ku ewlekariya sînorê Belarusê pêk bîne.

Rûsya êrişî benderên Ukrayna kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn

Back to top button