Çalakiyên gerîla bênavber dewam dikin.
Li herêma Zapê gerîlayan bi taktîkên cûda li arteşa Tirk a dagirker dan û 3 leşker ceza kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.
Li gorî vê
“Li herêma Zapê û rojavayê wê gerîlayên YJA Starê li dijî arteşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
Di çalakiyên bi taktîkên cûda ên gerîlayan de li girê Cûdî 3 leşker hatin kuştin.
Her wiha 5 çeperên arteşa dagirker jî hatin derpkirin.
HPG: Herêma Zap û Garê bi balafirên şer hatin bombekirin
Têkildarî êrişên li dijî herêmê û gerîlayan jî HPG’ê di dawiyê de got:
Qadên berxwedanê yê Zap û Garê bi giştî 4 caran bi balafirên şer
Û bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.