Rêveberiya Londonê nikare rê li ber pêla koçberan bigre

Rêveberiya Londonê nikare rê li ber pêla koçberiya ber bi welat ve bigre.
Jimara koçberên di nava rojekê de xwe gihandine Îngilistanê gihişt 872’an.
Ev hejmara herî zêde ya koçberên ku îsal di rojekê de xwe gihanine wî welatî ne.

Îsal hejmara herî zêde ya koçberan ku di rojekê de bi keştiyên biçûk derbasî Kanala Manş a Îngilistanê bûn, rekorek nû tomar kir.

Ajansa nûçeyan a Brîtanî PA ragihand ku tenê di roja Şemiyê de, jimara koçberên bi rêyên neqanûnî xwe gihandine peravên Brîtanyayê gihiştiye 872’an.

Jimara kesên di ser derya menşê re xwe digihînin Îngilistanê gihişt asta rekor ê

Ev jî rekoreke nû ya pêla koçberiya di rojekê de ye.

Beriya niha jimara herî zêde ya pêla koçberiya di rojekê de bo welatm di 10’ê Tebaxê de hatibû tomarkirin.

Ew jî di rojekê de 756 penaxwazî xwe gihandibûn perevanên welat.

Di nava Tebaxê de, bi giştî 5 hezar û 369 koçberî xwe gihandin sînorên welat.

Ev dane ji 2018’an ve jimara herî zêde ya penaxwaza ye.

Hejmara kesên ku di vê sefera xeternak a li ser Kanala Manş a Îngîlîz de xwe gihandine welatê giravê, îsal nêzî 21 hezarî bû.

Ev hejmar li gorî heman salên borî kêmbûna hejmara ziyaretvanan nîşan dide.

Yek ji sedemên derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê jî xwesteka baştir kontrolkirina sînorên xwe bû û divî warî de tev digere.

Li Brîtanya polîtîkaya tirsandina koçberan

Hikumeta kevneperest a heyî ji bo tirsandina koçberan tedbîrên nakokî dimeşîne.

Tê plankirin ku kesên bi rêyên derqanûnî bên welêt, bêyî ku şert û mercên wan ên şexsî hebe wê bên girtin û dersînorkirin.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku ev pêkanîn hiqûqa navneteweyî û mafê penaberiyê binpê dike.

Lê belê Serokwezîr Rishi Sunak ku ji bo xurtkirina destê xwe li hember Partiya Karker ku di rapirsiyan de dengên xwe zêde kiriye, tedbîrên tund pêk aniye.

Vê yekê jî heta niha nekariye meyla koçberiyê berevajî bike.

Back to top button