Li ser Hêyvê xebatên pêşxistina çavkaniyên enerjiyê

Li ser Heyvê xebatên, derxistina çavakaniyên enerjiyê tên meşandin.
Di çarçoveya Bernameya NASA de, armanc ew e ku heta 2030’î bingehek li ser Heyvê bê avakirin e.
Zanyar di wê baweriyê de ne ku di rêwîtiya berbi Marsê de, Heyv dikare wekî rawestgehek were bikar anîn.

Zanyaran çavkaniyek enerjiyê bi dest xistine ku dê rê bide astronot demên dirêj li ser Heyvê bimînin.

Di çarçoveya Bernameya Artemis a NASA de, armanc ew e ku heta 2030 bingehek li ser Heyvê ava bike.

Zanyarên ji zanîngeha Bangor a Walesê ji bo pêşxistina jiyanê şaneyên nukleerî yên bi qasî tovekî ava kirin.

Profosorên ku di vê pêngavê de cihê xwe digirin, dibêjin pêvajoyek dijwar lê ji bo wan cihê kêfxwaşiyê ye.

Teknolojiya ku ji hêla zanîngehê ve hatî pêş xistin, tevahiya santrala nukleerî bi qasî otomobîlekê dike.

Zanyar: Heyv wê bibe rawestgeha ber bi marsê ve

Zanyar di wê baweriyê de ne ku di rêwîtiya berbi Marsê de Heyv dikare wekî rawestgehek were bikar anîn.

Ji ber ku li Heyvê ji bo teknolojiyên nûjen gelek çavkaniyên pêwîst hene.

Bikaranîna van çavkaniyan li ser Heyvê dibe ku rêwîtiya ji wir berbi gerstêrkên din ve hêsantir bike.

Profosorên vê xebatê de cihê xwe digirin diyar kirin ew ê di mehên pêş de hemû aliyên sotemeniya nukleerî biceribînin.

Ji ber ku li ser Heyvê atmosfer tune, germahiya hewayê heta -248 pile jî dadikeve.

Mazota nukleerê ya Trisofuel ku ji hêla zanîngehê ve hatî çêkirin dê di santrala nukleerî ya mîkro ya ji hêla Rolls Royce ve tê hilberandin de were bikar anîn.

Wê santrala di rêwîtiya fezayê de çawa ji bandora zextên devdor derbikeve wê di ceribandinên demên pêş de were fam kirin.

Profosor dibêjin ev roket dikare piştî rêwîtiya fezayê bi awayekî serketî dakeve ser Heyvê.

Lêgerîna Hindistanê li başûrê Heyvê dewame

Di meha borî de jî Hindistanê roketek bi navê Chandrayaan-3 şandibû başûrê Heyvê.

Eger Hindistan di lêgerîna xwe ya cemeda avê de biserketî be, wê di demên pêş de jî bikaribe li ser Heyvê keşfên cuda bike.

Chandrayaan-3 a Hindistanê li Heyvê agahiyan dişîne

Back to top button