Hizba şuî Kurdistan daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir

Ji aliyê komîteya Hizba Şuî Kurdistan ve li navçeya Xaneqînê çalakiyek li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat li darxistin û tê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hat kirin.

Li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala ji aliyê Komîteya Hizba Şuî Kurdistan ve çalakiyek ji bo azdiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat li darxistin.

Di çalakiyê de gelek welatiyên navçeyê amadebûn.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêber Ocalan hat şermezarkirin û daxwaz ji gelê Kurd hat kirin ku bi yek dengî ji bo azadiya Rêber Ocalan rabin ser piyan.

Back to top button