“Yekane rêya xilasiya ji teror û dagirkeriyê diyaloga Sûrî- Sûrî ye”

Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya roja Mafêm Mirovan a Cîhanê destnîşan kir ku rûniştina sûriyan li ser masayekê rêya yekane ya xelasbûna ji rewşa trajedîk e.

Endamên Partiya Sûriya Pêşeroj li navenda partiyê ya Reqayê kom bûn û berdevkê Partiya Sûriya Pêşeroj Mûwefeq El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin rûniştina sûriyên niştimanî û pêkanîna biryara NY ya 2254 yekane riya xelasbûna ji teror û dagirkeriyê ye.

Di daxuyaniyê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re rave kir û got ev proje çareseriya herî guncew a aloziya Sûriyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên civata navnetweyî hat kirin ku destwerdan bikin da ku azarên sûriyan bi dawî bikin, girtiyan serbest werin berdan û koçber vegerin warên xwe.

Back to top button