“Bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan, em dê civakeke demokrat û azad ava bikin”

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa bi dirûşma “Bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, em dê civakeke demokrat û azad ava bikin”, komxebateke diyalogê li dar xist.

Di destpêka komxebatê de, sînevizyonek têkildarî dîroka têkoşîna rêber Ocalan a ji bo azadiya gelan hate pêşandan.

Piştre berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Xelef semîner da û got: “Dema ku em behsa rewşa jinan dikin, em yekser behsa rewşa tevahî civakê dikin, ji ber ku rewş û asta azadiya wê rewşa civakê diyar dike.”

Di komxebatê de hat diyarkirin ku têkoşîna rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, fikrê wî û têkçûna komployê, çareseriya gelek dozên li Rojhilata Navîn e.

Li gorî Komxebatê encamname wiha ye: Qebûlkirina Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyê de û derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê.

Bang li aliyên navnetweyî û rêxistinên mafên mirovan û NY were kirin kir ku rola xwe di çareserkirina doza rêber Ocalan de bilîzin.

Hemleyên îmze û haştagan bidomînin û banga azadiya rêber Ocalan bikin.

Piştgiriya serhildanên jinan li serasnerî cîhanê, bikin.

Back to top button