Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce ji bo jinan cihê kêfxweşiyê ye

Îsal li bajarê Helebcê 9’emîn Festîvala Hinar û Payîzê hate li darxistin.
Li wir gelek jin bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûn. Tevlîbûn û berhemên jinan bala geştiyaran kişandin ser xwe.

Jinên tevlî festîvalê bibûn, bi berhemên xwe û çêkirina xwarinên Kurdewarî tevlî festîvalê bûn.

Jinên ku beşdarî vestîvalê bûn derbarê festîvalê de axivîn û gotin:

“Cihê keyfxweşiyê ye ku îsal jinan bi berhemên xwe cihek giring di nava festîvalê de girtine.

Festîvalên bi vî rengî ji bo wan derfetên kar peyda dike.”

Jinan diyar kirin ku bi vê yekê re jinan karîn di festîvalê de cihekî girîng bigirin û berhemên xwe bifiroşin.

Bi heman awayî jinan balkişandin ser girîngiya festîvalê û gotin:

“Girîngiya festîvalê di wê yekê de ye ku berhemên herêmî têne firotin û kiriyar rasterast ji destê yekem berheman werdigirin.”

Back to top button