“Ji bo parastina xaka Sûrî, em li ber êrişên Tirkiyê rabin”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî beriya çend rojan ragihand ku ew dikarin tevî artêşa Sûrî li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.
Piştî vê bangê, serokê hukûmeta Şamê Beşar El Esed ji çapemeniya Rûs re axivî û got,
Wê artêşa Sûrî li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirk liberxwe bide.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, li dijî tevgereke nû ya dagirkeriya Tirk, amadekarî têne kirin.

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Ebdî hefteya derbasbûyî di hevpeyvîneke taybet a li gel televizyona me Ronahî TV, peyam da ku ew ê bi berxwedanê bersivê bidin her êrişê.

Ebdî li ser heman mijarê ji çapemeniya cîhanî re jî axivî û ji bo parastina serweriya xaka Sûrî, ev bang li hukûmeta Şamê kir:

Em dikarin bi hev re li dijî tevgerên dagirkeriyê rabin.

Mazlum Ebdî bi taybetî ji hukûmeta Şamê xwestibû ku li dijî êrişan, pergala xwe a parastina ezmanî çalak bike.

Serokê hukûmeta Şamê Beşar El Esed: Wê artêşa Sûrî li hemberî dagirkeriya Tirk rabe

Piştî vê banga fermandarê QSD’ê, serokê hukûmeta Şamê Beşar El Esed gefên Tirkiyê ji çapemeniya Rûs re nirxand.

Beşar Esed îdîa kir ku ew ê li hemberî her êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk liberxwe bidin û got,

Wê di qonaxa pêşî de berxwedana gelêrî pêş bikeve.

Eger pêwîst bike, wê şerê rû bi rû li gel artêşa Tirk jî were pêşxistin.

Serokê hukûmeta Şamê eşkere kir ku ew ê bi taybetî li deverên ku artêşa Sûrî lê hebe şerê artêşa Tirk bikin.

Back to top button