Li Reqa Kongreya Neteweyî ya Parastina Mîrateyê dest pê kir

Li Reqayê Kongreya Yekemîn a Parastina Mîrateyê dest pê kir.
Kongre wê 3 rojan dewam bike.

Li Reqayê Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî ji aliyê Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser ve hatiye birêxistinkirin.

Ji bo nîşandana mîrasa pêkhateyên Ereb, Kurd, Asur û Ermen 4 kon li qada zanîngehê hatine vegirtin.

Di roja yekemîn a kongreyê de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kesayetên ji derveyî Sûriyê wekî Misir, Hollanda û Brîtanyayê bi rêya bernameya Zoomê beşdar bûn.

Kongre wê 3 rojan dewam bike.

Li Reqayê sibê kongreya parastina mîratê tê li dar xistin

Back to top button