Komîteya Amadekar a Zanîngeha Şerq a Reqayê diyar kir ku sibe Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrasê dest pê dike.
Komîteya amadekar da zanîn wê kesayet û şandeyên Ewropî û kesayetên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bin.
Endama komîteya amadekar a kongreyê Rena Ebdulqadir got :
“Ji zêdetirî hefteyekê ve xebatên lidarxistina kongreyê tê kirin.
Armanca kongreyê hezkirin û hevgirtina navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em bi hemû rêbazan hewl didin ev kongre bi ser bikeve.”
Rena di dawiyê de diyar kir wê roja yekemîn û duyemîn de aliyên dîrokî û qanûnî bên nîqaşkirin, di roja sêyemîn de encamname û pêşniyar bên xwendin.