QSD’ê li kampa Holê 4 çeteyên Îraqî girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk 4 çeteyên Îraqî yên şaneyên DAIŞ`ê ku di kampa Holê de bûyerên kuştinê pêk tanîn, girtin.

Navenda ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand “Her 4 çetên girtî yên bi navê Husam Talib Feyad, Selam Samî Mihemed, Mersûl Samî Mihemed û Merwan Hemîd El-Dilêmî Îraqî ne.”

QSD’ê eşkere kir “Piştî têkçûna DAIŞ`ê li Baxoz sala 2019`an di nava sivîlan re derbasî kampa Holê bûne û li xwe mukir hatine ku 3 sivîl di kampê de kuştine û hewldanên din ên kuştinê kirine.”

QSD’ê piştrast kir van çeteyan bi numareyê Tirkiyê bi serçeteyên DAIŞ`ê yên derve re di nav têkiliyê û pespektîf ji wan digirtin û van çeteyan eşkere kirin ku tedbîrên hêzên ewlekariyê li kampa Holê gelek hewldanên wan ên kuştinê vala derxistin.

Back to top button